Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên Tirkîye, Almanya, Fransa û Rûsya li Stenbolê Ser Îdlibê Kom Bûn


Rêvebirên Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkîyê li Stenbolê ser Îdlibê kom bûn.

Berdevkê Serokamarîya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, Şêwirmendê Serokomarîya Rûsya Yuri Ushakov, Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Almanya Jan Hecker û Şîretvanê Serokomarîya Fransa Philippw Etienne beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê, ku bo hazirîya kombûna rêberen her çar welat pêk hat, Îbrahîm Kalin da zanîn ku ger dijî Îdlibê operasyonê pêk were ewê encamên wê pir giran bin û koçberîyên nû çêbin.

Kalin da zanîn ku welatên beşdarî civînê bûne, çareserîyeke siyasî dixwazin û dijî operasyona leşkerî ne.

XS
SM
MD
LG