Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ser Hilbijartinên Herêmî yên Stenbolê 32 Lêpirsîn Destpê Dikin


Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya Tirkîyê ye, ragihand ku ser hilbijartinên herêmî yên Stenbolê 32 lêpirsin hatine vekirin.

Serdozgerîya Komarî ya Beşa Anadolu ya Stenbolê pirtir jî 100 serokên lijneya sindoqan û endam bo îfadedayînê vexwendin.

Li gor îdiayên lêpirsinê di sindoqên li Maltepe, Ataşehir û Kadıköyê de sextekarî hatiye kirin.

Di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamgolu bi ser ketibû.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ser encaman daxwazên pêdeçûnê kiribûn.

XS
SM
MD
LG