Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê di Operasyonên Hevbeş de 19 Kes Hatin Binçav Kirin


Îro Pençşemê serê sibê li 15 bajarokên Stenbolê di operasyonên hemdem de 19 kes hatin binçav kirin ku du ji wan rojnamevan in.

Di nav desteserkirinan de Cîgirê Serokê Şaredarê Şîşlî yê Partîya Gel a Komarî (CHP) Cîhan Yavuz û endamên Partîya Demokratîk a Gelan HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Hevserokê Komala Alîkarî û Piştevanîyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Husnu Taş jî hene.

Ev operasyon di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ve hat meşandin de hat kirin. Serdozgerîyê biryara destdeserkirina 25 kesan ku bi tawana ku ew li ser navê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li bajêr çalak in da û heta niha 19 kes hatin desteser kirin.

Pîştî desteserkirina sîyasetvan û rojnamevanan bi beşdarbûna endamên HDP’ê, HDK’ê û Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li ber avahîya HDK’ê ya Beyoglu’ya Stenbolê daxuyanî hat dayîn.

Berdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu di daxuyanîyê de got ku ew di çarçoveya qanûnên Tirkîyê de xebatên xwe bi rêve dibin.

“Bi awayekî dijî qanûnan hevalên me hatin desteser kirin. Hikûmetê berîya çend rojan behsa reformên hiqûqî kirin, lê tim reform bi binçavkirin, girtinan û zextan li me vedigere. Bila hemî kes bizanin û bibînin ku bi girtin, binçavkirin û zextan em paşve gav navêjin.”

Parlamantera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got ku desthilat dijî gelan sucê herî mezin dike.

“Ew dibêje hikûmet bi êrişkirina HDK’ê û pêkhateyên wê yên ku li dijî vê têdikoşin hewil dide ku van sucên xwe veşêre.”

Başaran got ku hikûmeta AKP û MHPê hikûmeteke ku makezagona serdema Kenan Evren jî pêk nayîne.

“Ev welat demek dirêj e ku ji dewleta hiqûqê derket. Ev welat demek dirêj e ku bi qanûnan nayê rêve birin. Fermanek tê derxistin, derîyê HDK’ê tê şikandin, parlamenter têne girtin, şaredarî têne dagirkirin. Mafên herî bingehîn jî têne paşguh kirin.”

MEB_26_11_20_Desteserkirin_Protesto_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG