Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Sîyasî Êrîşa Dijî HDP’ê li Stenbolê Şermezar Kir


Daxuyanîya Partîyên Sîyasî ya Ser Êrîşa Dijî HDP’ê, Stenbol, Tirkîye, 6 Gulan,2022.

Çend partîyên sîyasî li îro li Stenbolê êrîş, desteserkirin û gefxwarinên polîsan yên dijî navenda giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku do li Enqere qewimê, şermezar kirin.

Endamên şaxê HDP’ê ya Stenbolê, Partîya Kedê (EMEP), Partîya Tevgera Kedkaran (EHP), Partîya Şoreşger jî di nav de, hejmarek welatî li ber avahîya HDP’ê ya Stenbolê kom bûn û wan ser vê mijarê daxuyanîyek dan.

Di daxuyanîyê nûnerên partîyên sîyasî hem êrîş hem desteserkirin hem jî gefên dijî berdevika Civata Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran şermezar kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) xwedî feraseteke "faşîst" in û êrîşa hatiye kirin jî berhema vê ferasetê ye.

"Bi doza Kobanê nekarîn HDP'ê bigirin. Lê, niha bi vê provakasyonê dixwazin HDP'ê teslîm bigirin. HDP serî li ber faşîzmê netewandîye û wê netewîne jî. HDP wê heta dawîyê sîyaseta demokratîk, aştîyane, dad û azadîyê biparêze. AKP û MHP dixwazin bi van êrîşan kiryarên xwe yên bêhiqûq veşêrin, " Encu got.

Zuleyha Gulum, parlementera HDP'ê ya Stenbolê jî bertek nîşanî gefxarinên dijî parlementera wan Ayşe Acar Başaran da û got ku ew nikarin hêvîyên vî gelî proveke bikin.

“Li têkoşîna jinan temaşe bikin hunê nikaribin kesî bizmar bikin. Em ew jin in ku ji kolana, ji qadan hatine. Em bi salan e jibo wekhevî û azadîyê têdikoşin û bedêlan didin. Ne hedê kesî ye ku rabe me bizmar bike. Êdî xwe bizanin."

Hêjayî gotinê ye ku do Pençşemê komeke mirovan xwestin ku çelenga reş danin ber derîyê navenda giştî ya HDP’ê ya li Enqerê.

Lê, karbidestên HDP’ê ev yek red kirin û rê nedan wan kesan. Li ser vê yekê, alozî derketibû û 6 endamên HDP’ê hatibûn desteserkirin û polîsan gef li parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwarin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG