Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Xwepêşandana Komên Rikeber ya Dijî Operasyonên Dawî


Çend partî û rêxsitinên civakî operasyonên binçavkirinê yên dijî endamên xwe li Stenbolê protesto kirin.

Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) bi piştgirîya rexistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê û bi piştgirîya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ber Dadgeha Çaglayanê, li Stenbolê ew protesto dar xistin.

20 endamên Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) 7 Cotmeh’ê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçav kirin.

Di nav 20 kesên binçavkirî de Hevserokê ESP Şahîn Tumuklu, Hevseroka SGDF’ê Alev Ozkîraz, û nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip jî hene.

Di daxuyanîyê de Herserokê SGDF’ê Denîz Bahçecî jî dîyar kir ku her kesê ku îtiraza sîyaseta Erdogan bike, kî biaxife, bi heman êrîşa faşîst re rûbirû dimîne.

“Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) nikare serhildana ciwan, jin û gelan bişkîne. Ev êrîş êrîşeke dijî vê serhildanê ye. Emê tu caran li kolanan venekêşin. Rêya wan rêya zaliman e, lê rêya me rêya şehîdên şoreşê ye. Ev zext nikarin ciwanan bêdeng bikin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG