Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stephen Biegun: Axaftinên Amerîka û Korya Bakur Berhemdar bûn


Stephen Biegun
Stephen Biegun

Niwênerê taybet ê Amerîka ji bo Korya Bakur Stephen Biegun got axaftinên li gel Korya Bakur, ku doh Înê li Pyongyangê bidwaî hatin ji bo amadekariyên kombûna duyem a herdû serokan di roja 27 û 28 vê mehê de, ew berhemdar bûn.

Biegun, di dema kombûna li gel wezîrê derve yê korya Başûr Kang Hyung-wha de, li Seoulê got:

“ Em nizanin emê bigihin kur, lê em di nava danûstandinan de ne li gel Korya Bakur û goftûgoyên me berhemdar bûn.”

Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de ragihandibû ku wê kombûna wî ya li gel serkirdeyê Korya Bakur Kim Jong Un li paytexta Vêtnamê Hanoy cih bigre.

Wezareta derve ya Amerîka got Biegun erê kiriye ku li gel hevtayê xwe yê Korya Bakur Kim Hyok Chol kom bibe, herî kêm carekê berî kombûna herdû serokan.

Wezaretê got di wan sê rojên axaftinên Pyongyagê de, Biegun û Kim dupat kir li ser pêşvebirina pêgiriyên herdû serokan bi jinavbirina temam a çekên navokî û avakirina aştiyeke berdewam li nîv-girava Korî ku wan berê di kombşûna Sîngafora de jî anîbûn ziman.

XS
SM
MD
LG