Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Îraqî 1 ji Wan Îranî 5 Kes jiber Kuştina Stephen Troell Mehkûm Kirin


Dadgeheke Îraqî îro Pencşemê bi tawana kuştina hemwelatîyê Amerîkî Stephen Troell, cezayê dirêjîya jînê li zilamekî Îranî û çar welatîyên Îraqî birî.

Ajansa nûçeyan ya Reuters ew agahî ji zarê du jêderên ji dadwerîya Îraqê ragihand.

Li gor ragihandina polîsan ya wê demê Troell di hewildaneke têkçûyî ya revandina wî de, di Mijdara 2022’an de li Bexda hatibû kuştin.

Yek ji wan jêderan got ku zilamê Îranî jiber plansazîya kuştina Troell, û çar Îraqî jî jiber kuştina wî sûcdar hatine dîtin.

Hin jederê din jî ragihand ku ew her pênc kes piştî kuştina Troell li Îraqê ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin.

Karbidestên dadgehî yên Îraqî navên tawanbaran eşkere nekirin, lê got ku ew çar Îraqî endamên komên çekdar yên milîsên Şîa ne.

XS
SM
MD
LG