Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg got ku ew amade ne xwe li dijî her gefeyeke ji Moskow yan Misnkê biparêzin.
Stoltenberg herwiha got ku ewê hêza xw eya leşkerî li enîya rojhilatê zêde bikin, piştî ku Belarûs derîyê xwe ji rêberê kompanîya Wagner, Yevgeny Prigozhin re vekiribû.
“Hîn pir gelek zû ye ku em ser encamên çûyîna Prigozhin ya ji Belarûsê bigehijin nêrînekê, lê pêkan e ku beûek ji hêzên wî jî li wî welatî bi cîh bibin,” Stoltenberg ji nûçegîhanan re got.
Stoltenberg bi berdewamî got ku wan peyameke zelal daye Moskow û Minskê ku NATO wê tevahîya herêma bin kontrola xwe biparêze.
Stoltenberg da zanîn ku NATO wê di hilcivîna xwe ya 11ê Tîrmehê ya li Lîtvanya de, biryar bidin ku hemî endamên xwe biparêzin, taybetî jî yên ku hevsînorên Belarûsê ne.