Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Moskowê Mirin û Hilweşîn Anîn Dilê Ewrupa


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Înê dîyar kir ku ewê li Hilcivîna Vilniusê ser endamtîya Ukrayna ya jibo hevpeymanîyê danûstandinê bikin.

Stoltenberg li Brukselê got ku ewê jinûve li hev bikin û piştrast bikin ku ewê çito Kîevê bigihîjinin armanca wê.

‘’Moskowê 500 rojan mirin û hilweşîn anî dilê Ewrupa. Ewê hilcivîna me peyameke zelal bide. Dewletên NATO hevgirtî ne û êrîşkarîya Rûsya wê kêrî tiştekî neyê."

Hilcivîna Vilnius ya NATO dê roja Sêşem û Çarşemê li Lîtvanya li dar keve.

Swêd jî van rojan hewil dide ku berî hilcivînê endamtîya wê ya li NATO were pejirandin.

Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayan serî li NATO dabûn ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Di rojên borî de Fînlandîya bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd heta niha jî nehatiye qebûl kirin.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG