Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Pêdivîya Ukrayna bi Çekan Heye, Ne bi Alên Sipî


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê got ku ew dijî gotinên Papa Francis yên ser sekinandina şerê li Ukrayna ye.

Stoltenberg dîyar kir ku jibo li Ukrayna bi danûstandinan çareserîyeke aştîyane û mayînde çêbe divê ew piştgirîya leşkerî bidin Kîevê.

Wî got ku danûstandinên li maseyan bi awayekî xurt girêdayî hêza li qada şer in.

Stoltenberg, li ser pirseke derbarê radestbûna Ukrayna, Stoltenberg got ku niha ne dema wê ye û teslîmbûna Ukrayna wê jibo wan hemî cîranên Rûsya metirsîyan çêke.

Pope Francis gotibû ku Ukrayna dikare ala sipî hilde û jibo qedandina şer danûstandinê bike.

Rûsya dawîya Sibata 2022’yan re dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Swêd û Rûsya piştî Rûsya, Ukrayna dagir kir jibo endamtîyê serî li NATO dan û hejmara endamên wê hevpeymanîyê rakirin 32’yan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG