Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Ukrayna Wê di Qonaxa Demdirêj de Bibe Endama NATO


Stoltenberg û Zellenskyy (Arşîv)
Stoltenberg û Zellenskyy (Arşîv)

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser endamtîya pêkan ya Ukrayna axifî.

Stoltenberg di serdana Fînlandîya de dîyar kir ku Ukrayna dê di dema dirêj de bibe endama NATO.

‘’Hevbendên NATO’yê ser endamtîya Ukrayna li hev kirin, lê ev qonaxake demdirêj e’’ Stoltenberg got.

Wî dîyar kir ku divê Ukrayna berê li hember êrîşên Rûsya serbixwe bimîne.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy piştî Rûsyayê welatê wî dagir kiribû ji NATO xwestibû ku lezê bide peyvajoya endamtîyê.

Fînlandîya û Swêdê jî piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.

Di NATO’yê de 30 dewlet hene û bo welatên din bibin endam divê ew bi yekdengî werin pejirandin.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG