Sekreterê Giştî yî NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê got ku hilcivîna wan ya meha were li Madrîdê jibo xurtkirina hevbendîya wan ya dijî êrîşkarîya Rûsya wê derfeteke dîrokî be.
Stoltenberg, di cîvîna pîrozkirina 40 salîya endambûna Îspanya ya di NATOyê de, li Madrîdê got ku di wê hilcivînê de ew çaverê ye ku endamtîya Swêd û Fînlandîyê erê bikin.
Lê, Stoltenberg zelal nekir ku nerazîbûna Tirkîyê ya hember endambûna Fînladîya û Swêdê wê çawa çareser be.
Tirkîye, ku piştî Amerîka xwedîyê hêza leşkerî ya herî mezin e, her du dewletên Skandînavî bi piştgirîya terorê tawanbar dike, loma rê li ber endambûna wan digire.
Li gor rêziknameya NATOyê divê hemî dewletên endam bi yekdengî endambûna welatên nû erê bikin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li ber e hilcivîna NATOyê 29 û 30ê Hezîranê de Medrîdê were lidarxistin.