Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Jibo Endamtîya Swêdê Hin Pêşveçûn Çêbûne


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku di hevdîtinên Enqerê de pêşveçûn çêbûne.

Stoltenberg got ku pêkan e ku Swêd berî Hilcivîna Vilniuesê ya NATO bibe endama nû ya hevpeymanîyê.

‘’Emê xebatên xwe bidomînin. Hin pêşvveçûn çêbûn. Emê jibo Swêd di dema herî kin de bibe endama NATO xebatan bidomînin. Niha jibo endamtîya Swêdê nikarim demeke piştrastkirî bidim, lê ez geşbîn im."

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji rojnamevanan re dîyar kir ku jibo ew Swêdê wek endam qebûl bikin divê ew berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Erdogan got ku divê Swêd rê li ber çalakîyên komên terorê yên li wî welatî bigire.

Wî dîyar kir ku niha bi rewişa heyî nikarin bi awayekî erênî li endamtîya Swêdê binêrin.

Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukryana serî li NATO dan ku bibin endam.

Ji her du dewletan, Fînlandîya di rojên borî de bû endama 31’an ya NATO.

Seba endameka nû were pejirandin divê endamên hevpeymanîyê bi yekdengî wê qebûl bikin.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG