Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Mafê Ukrayna Heye ku Êrîşan Bibe Ser Armancên li Nava Rûsya


Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdî Ulf Kristersson li Stockholmê
Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdî Ulf Kristersson li Stockholmê

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg berevanîya mafê rêwa yê berevanîyê yê Ukrayna kir.

Stoltenberg di serdana Swêdê ya endama nû ya NATO, got ku li gor hiqûqa navnetewî Ukrayna jibo berevanîyê dikare êrîşan bibe ser armsncên rêwa yên leşkerî yên li Rûsya.

‘’Mafê Ukrayna heye ku berevanîya xwe bike. Di vê rewşê de Ukrayna bi mafê rêwa yê berevanîyê dikare êrîşan bibe ser armancên leşkerî û rêwa.’’

Wî dîyar kir ku Ukrayna dewleteke aştîyane û demokratîk e û li hember Rûsya jî ti gef nexwariye, lê hêzên Rûsî êrîş birine ser wê dewletê.

Stoltenberg got ku ‘’bê guman’’ Ukrayna dikare êrîşan bibe ser hedefên li axên Rûsî.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar dike ku ew wek bersîvdaneke dijî dewletên Rojavayî dikarin çekan bidin dijminên wan dewletan.

Kremlînê jî vê hefteyê got ku ew dewletên Rojavayî yên jibo Ukrayna êrîşan bibe ser axên Rûsî çekan didin Kîevê wê mecbûr bimînin ku hesabekî bidin Moskowê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG