Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Hevbendên Rojavayî Divê Sîstemên Pêşketîtir Bidin Ukrayna


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di serdana Berlîn ya paytexta Almanya de ser piştgirîya bo Ukrayna axifî.

Stoltenberg dîyar kir ku divê hevbendên Rojavayî çekên girantir bidin Ukrayna ku êrîşên Rûsya pêç bikin.

‘’Ti nîşa me tune ku Serok (Vladimir) Putin armanca xwe guhertiye.’’ Stoltenberg got.

Wî îdia kir ku tekane rêya aştîya mayînd e ew e ku ew ji Putin re eşkere bikin ku ewê li qada şer bi ser nekeve.

Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku bo Rûsya li qada şer bi ser nekeve divê ew sîstemên girantir û pêşketîtir bidin Kîevê.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Kremlîn Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike, lê dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG