Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Vekişîna ji Afganistanê Hîn Zelal Nebûye


Wezîrên Berevanî yê NATO, piştî hilbijartinên Amerîka cara pêşî kom bûn.

Civîna wezîran, ku do rojan dom kir, bi rêka vîdeokonferansê li dar ket.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di preskonferansê de pirsên ser vekişîna ji Afganistanê û mîsyona Îraqê bersîvandin.

Stoltenberg da zanîn vekişîn yan jî dema vekişîna dema yekîneyên NATO yên li Afganistanê hîn zelal nebûye û dîyar kir ku wan hîn biryar nedaye ku yekîne heta Gulanê vekişin.

‘’Me hîn ser hebûna xwe ya li wir biryara xwe dawî nedaye. Lê heta ku 1’ê Gulanê nêz dibe, hevalbendên NATO dê di hefteyên pêş de jî danûstandin û kordînasyonên xwe bidomînin.’’ Stoltenberg got.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bi awayekî serbixwe bi Talibanê re peymana aştîyê îmza kiribû ku li gor wê peymanê divê yekîneyên NATO di dawîya Nîsanê de vekişin.

Li Afganistanê 9600 leşkerên NATO hene. Trump hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê daxistibû 2500’î.

Hin endamên NATO dibêjin ku bo vekişîna ji Afganistanê hîn zû ye û didin zanîn ku ger Amerîka li wir bimîne ewê jî leşkerên xwe li wir bihêlin.

Serokê Amerîka Joe Biden divê heta 1’ê Gulanê biryar bide ku ka ew leşkerên xwe ji Afganistanê vedikişînin yan li wî welatî dihêlin.

Stoltenberg dîyar kir ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin, ku cara pêşî ser navê Washingtonê beşdarî civîna NATO bûbû, gotiye ku ewê di rojên pêş de bi hevalbendan re ser vê mijarê biaxife.

Sekreterê Giştî yê NATO da zanîn ku ewê hejmarê leşkerên xwe yên li Îraqê ji 500’î rakin 4000’i.

Stoltenberg dîyar kir ku ew bi zêdekirina leşkeran hewil didin ku rê liber jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) bigirin.

XS
SM
MD
LG