Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Divê Rejîma Esad Êrîşên Dijî Sîvîlên Îdlibê Rawestîne


Jens Stoltenberg
Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbeg bang li Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya kir ku êrîşên xwe rawestîne.

Roja yekê ya civîna wezîrên berevanî yên 29 dewletên NATO, ku li Brukselê kom bûbûn, temam bû.

Stoltenberg piştî rûniştina yekê preskonferansek li dar xist.

‘’Em li ser rewşa Îdlibê jî axifîn. Tiştên em niha dibînin, encama êrîşên dijwar yên dijî sîvîlên bêguneh e.’’ Stoltenberg got.

Wî da zanîn ku ew wan êrîşên dijî sîvîlan şermezar dikin û bang li rejîma Esad ya bi piştgirîya Rûsya kir ku êrîşên dijî sîvîlan rawestîne.

Stoltenbeg bi berdewamî dîyar kir ku NATO dê hin karên perwerdekirinê yên koalîsyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bike û got ku ew li ser vê mijarê danûstandinan didomînin.

XS
SM
MD
LG