Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg, li ber e îro Çarşemê di rûniştineke hevbeş ya Kongresa Amerîkî de gotarekê pêşkêş bike.
Serokê Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell Stoltenberg wexwend ku piştgirîya Kongresê ji NATO re ragihînin.
Tevî ku Serok Donald Trump di demên dawî de zimanekî tund hember NATO bi kar tîne, vexwandina hevbeş ya rêberên Kongres, wek piştevanîtyeke xurt tê dîtin.
Trump endamên NATO rexne dike ku bi têra xwe dirav nadin budceya wê û barê herî giran li ser Amerîka dihêlin. Wî di sala 2016’an de, di dema kempeyna xwe de NATO wek sazîyeke kevin û bne karîger bi nav kiribû.
Trump ji dewletên Ewrupî yên endamên NATO dixwaze ku bo berevanîya xwe pirtir dirav bidin budceya hevalbendîyê.
Li gor rêbaza NATO, divê welatên endam salane herî kêm du ji sedê hemî budceya xwe jibo mesrefên berevanî veqetînin, lê tenê 7 ji 29 dewletên encam ew şert bi cîh anîye.