Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Emê Piştgirîya bo Ukrayna û Gurcistanê Bidomînin


Wezîrên derve yên NATO îro Sêşemê li Brukselê bo civîneke dê du rojan bidome kom dibin.

Li ber e ku alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de mijara sereke ya civînê be.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku wezîrên derve dê bo axaftina kêşeyên ewlekarîyê bicivin.

Stoltenberg dîyar kir ku wezîr dê herwiha derbarê Gurcistan û Ukrayna, ku her du jî hevkarên NATO ne, bipeyîvin.

Wî da zanîn ku her du dewlet jî bi kêşeyên ewlekarî yên cidî re rû bi rû mane û got ku ‘’Emê piştgirîya pratîk û sîyasî yên bo Gurcistan û Ukrayna bidomînin’’

Rûsya, di dawîya meha mijdarê de dest danîbû ser sê gemîyên Ukrayna û girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

XS
SM
MD
LG