Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmed Dere Biryara Parlamena Ewrupa Derbarê Tirkiyê Dinirxîne


Ahmet Dere Kurdish Researcher in Strasburg
Ahmet Dere Kurdish Researcher in Strasburg

Parlamena Ewrupa li bajarê Strasbourg roja Pêşembê bi piraniya dengan biryar girt ku, diyaloga bi Tirkiyê re ya derbarê endametiya di Yekêtiya Ewrupa re bo demekî nediya bidawî bê.

Di civîna endamên Parlamenê de dengdan liser biryara kanê dialoga derbarê endametiya Tirkiyê di Yekêtiya Ewrupa de bihên berdewamkirin yan birîn? Dengdan pêkhat, di encama dengdanê de 479 endaman dengê Erê bikar anî û daxwaz hat kirin ku Yêkêtiya Ewrupa gotûbêjên endametiya Tirkiyê bo demek nediyar bidawî bîne.

Herweha di encama dengdanê de 37 endaman dengê Na bikar anî, Ahmed Dere rojnamevan û Çavdêrê Siaysî li bajarê Strasburg gote Dengê Amerîka "hema bêje hemû endamên Parlamena Ewrupa li dij Tirkiyê Dengê Erê bikaranîn û 37 kesên dengê Na bikaranîne, ev ji weke tradisonek demokrasiyê ye, di parlamena Ewropa de, da ku neyê famkirin ku, 100% li dij bûn".

Birêz Dere dîsan da zanîn ku, dibe Tirkiye serî li hevpeymaniya Rûsiya û Çînê ya bi Hevpeymaniya Şengehayê (Shanghai) tê naskirin bide. Tirkiye vê weke gefekê li dij welatên endam di Yekêtiya Ewrupa de bikartîne.

Dere got "Parlamena Yekêtiya Ewrupa ev biryar girt jiber ku, Tikiyê kirîter, şert û mercên Yekêtiya Ewrupa binpêkirine û li gûr wan kirîteran tev digere".

Ahmed Dere- Strasburg 24.11.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG