Serokê Amerîka Barack Obama stratejiyeke nû eşkere kir, li dijî belav bûna vîrusa HIV, ku sedema nexweşiya AIDS e.
Di merasîmekê de li Seraya Sipî, serok Obama armacên hewildana nû eşkere kir, ku dixwaze rêjeya nexweşiya AIDS li Amerîka, di nav 5 salan de, 25 ji sedê kêmtir bike.
Wî got, stratejiya nû testên nexweşiyê berfirehtir dike, serwext kirina xelkê û kar anîna dermanan zêde dike û her wiha, alîkarîya nexweşên AIDSê dike ku bi awayekî lêztir tedawîya nexweşiyê wergirin.
Mirovên hemcîns ango gey û Amerîkîyên Efrîqî, di bin metirsiya giran ya vê nexweşiyê de ne.
Karbidest dibêjin, stratejiya nû dê bi 30 mîlyon dolaran bête destek kirin, ku ji çavkaniyên qanûna reforma saxlemiya tê wergirtin. Reforma saxlemî, demek zûtir îsal ji aliyê Serok Obama ve hatîbû pejirandin û bibû qanûn.