Hejmareke êrîşên asmanî bi şev û spêdeya roja Şemiyê li deverên paytexta Sûdanê Xertûm bûn, di demekê de ku şerên ku sivîl di nav qeyraneke mirovî de asê kirine û zêdetirî milyonekî koçber kirine, ketin hefteya xwe ya şeşan .
Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgirîya Lezgîn (RSF) de bûye sedema têkçûna yasa û aramiyê digel talankirinê ku her du alî hevdu tawanbar dikin. Kogehên xwarinê, drav, û tiştên bingehîn bi lez kêm dibin.
Êrîşên asmanî ji hêla şahidan ve hatin ragihandin, li başûrê Omdurman û bakurê Bahrî, du bajarin ku ji Xertûmê li ser rûbarê Nîl re derbas dibin. Şahidên bûyerê gotin, çend grev li nêzî dezgeha ragihandinê ya dewletê ya li Omdurmanê pêk hatin.
Sanaa Hesen, ya 33 salî, ku li taxa el-Salha ya Omdurman dijî, bi telefonê ji Reutersê re got." îro serê sibê em rastî topbarana giran hatin, mal tev dihejiya."
RSF li taxên niştecihbûnê bi cih bûye û berdewam êrîşên asmanî yên hêzên çekdar jinav dibe.
Şahidên bûyerê li Xertûmê got ku rewş aram e, her çend car caran dengê çekan tê bihîstin.
Pevçûna ku di 15ê Nîsanê de dest pê kir, 1 mîlyon mirov li nava welat û welatên cîran koçber kirin. Li gorî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) 705 kes mirine û herî kêm 5287 kes jî birîndar bûne.
Gotûbêjên Erebistana Siûdî û Amerîkayê li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdî ti encam nebûn, her du aliyên şer hevdu bi binpêkirina çend rêkeftinên agirbestê tometbar dikin.
Di rojên dawî de li herêma Darfur, li bajarên Nyala û Zalenjeî, şer careke din gur bûye.
Herdu alîyan di daxuyanîyên derengî roja Înê de hevdu tawanbar kirin bi egerên gurkirina şer li Nyala, yek ji mezintirîn bajarên welatîye, ku bi hefteyan aram bû ji ber agirbestek herêmî.
Çalakvanekî xwecihî got ku sibeha Şemiyê li nêzîkî bazara sereke ya bajêr ku nêzîkî navenda artêşê ye, pevçûnên bi çekan qewimîn. Li gorî çalakvanan di şerê du rojên berê de nêzî 30 kes mirin.
Şer li Xertûmê dest pê kir piştî nakokiyên li ser planên RSF yên yekkirina hêzên wê û artêşê, û li ser fermandeya pêşerojê ya ku di bin peymanek ku ji hêla navneteweyî ve tê piştgirîkirin, ji bo veguheztina Sûdanê ber bi demokrasiyê ve ji dehsalên otokrasiya nakokbar.
Ajansa Amerîkî ya Geşepêdana Navnetewî (USAID) derengiya Înê ragihand ku dê zêdetirî 100 milyon dolar ji Sûdanê û welatên ku Sûdaniyên revîn hên dan, di nav de alîkariya xwarin û pijîşkî ya pir pêwîst. Seroka ajansê Samantha Power got, "Zehmet e ku em bişeyn asta êşa ku niha li Sûdanê diqewime bêjîn ."
Çavkanî: Reuters