Sindoqa Qurbanîyên Kurdistanê (Kurdistan Victims Fund) di 30’ê meha yek, Rêbendanê de li Washingtonê dozek li hember Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, jimareke kesên din yên ji malbata Barzanî û karbidestên payebilind yên herêmê vekiribû.
Di gilînameya 332 rûpelî de îdiayên wek berpirsîya komkujîya Êzîdîyan ji alîyê DAIŞ'ê ve, alîkarîdana rêxistinên terorîst, hemwelatîyên Amerîkî jî di nav de kuştin û êşkencekirina mirovan, revandin û hindakirina mirovan, ferzkirina cezayên giran yên nemirovane û neqanûnî û sipîkirina diravan û sextekarîyê jibo nedayîna bacên ji hikûmeta Amerîka re, îsrafkirina pere û alîkarîyên Amerîkî yên jibo Herêma Kurdistana Îraqê, bazirganîya çekan, kiryarên sextekirîyê, bazirganîya madeyên hişbir û alkol hene.
Dîsa, tê îdia kirin ku kesên tawanbarkirî ji serlêdanên koçberî û wergirtina Karta Kesk (Green Card) de xapandin û herwiha givaştinên ser azadîya ragihandin û medyayê li Herêma Kurdistanê, kuştin, êşkencekirin, girtin, tacîzkirina rojnamevanan û şikandina alavên rojnamevanîyê jî berpirs in.
Serokê Sindoqa Qurbanîyên Kurdistanê Stephen Mark Studdert di hevpeyîna taybet ya Dengê Amerîka de ser doza wan agahîyên balkêş dide.
Studdert, ku berê li Qesira Sipî wek Şêwirmendê Serok Gerald Ford, Ronald Reagan û George H. W. Bush xizmet kiribû, di rêvebirîyên Clinton, George W Bush û Trump de jî xwedîyê erkên taybet bû.
Studdert dibêje ku ew gelê Kurd hez dike, ew ruhê Kurdan, nirx, armanc û bawerîya wan hez dike û dema êşên Kurd berdewam dikin, ew jî bi wan re diêşe.
Ew dide zanîn ku wan di dozê de 9 mîlyar dolar cezayê diravî jibo kesên ku bi tevlêbûna êşkenceyê tawanbarkirî daxwaz kirine û ger ew dozê qezenc bikin ewê hemî pere jibo qurbanîyan xerc bikin.
Kerem kin hevpeyvîna taybet ya bi Serokê Sindoqa Qurbanîyên Kurdistanê Stephen Mark Studdert re temaşe bikin.