Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cotkarên ku li Şirnexê Binçavkirî li Nexweşxaneyeke Wanê Hatine Dîtin


Cotkarên bi navê Servet Turgut û Osman Şîban, ku tê îdia kirin ku ji alîye leşkerên Tirk ve li bajarokê Bêşebabê ya Şirnexê hatine desteser kirin, piştî 3 rojan li Nexweşxaneya Herêmî ya Wanê hatine dîtin.

Dîdevanê bûyerê, Hemît Şîban ku birayê Osman e, îdia dike ku di 11’ê îlonê de leşkerên Tirk bi helîkopterê hatine gundê Sirka ye û birayê wî û Servet Mîrza Turgut desteser kiriye.

Hemît Şiban
Hemît Şiban

Şîban dîyar kir ku dema leşkeran li ber çavên wan Turgut û Şîban desteser kirin, her du jî saxlem bûn, lê piştî 3 rojan wan zanîye ku ew her du li nexweşxaneyê, di beşa nexweşên giran de tên derman kirin.

Li gor raporta doktoran, leşkerên Osman Şîban bi birîndar anîye nexweşxaneyê û rewşa Servet Turgut xirabtir e û ew ji cîhekî bilind ketiye xwarê û bi giran bîrîndar bûye.

Kekê Turgut, Nayîf Turgut jî got ku birayê wî û Şîban li gund cotkarî dikirin û ew bê sûc hatine desteser kirin.

Nayîf Turgut
Nayîf Turgut

“Dema birayê min Servet Turgut gîyayê xwe kom dikir, leşkeran ew anî gund û ligel Osman Şîban li ber çavên zarokên wan, bê sedem desteser kirin û bi xwe re birin.”

Parêzer Baran Bîlîcîjî got ku ev bûyereke pir xeter e û wan jibo ronîkirina desteserkirina cotkaran serî li dozgerîyê daye.

“Li gor encamên lêkolînên me, di fermîyetê de derbarê Turgut û Şîban de ti lêpirsin yan jî biryarên desteserkirinê tuneye. Me jibo ronîkirina vê bûyerê serî li dozgerîyê da û derbarê wan kesên ku ew her du bîrindar kirine, bi fermî gilî kir.”

Dengê Amerîka derheqa îdiayên desteserkirina Turgut û Şîban bi rêya telefonê ji walîtîya Wanê agahî xwest, lê karbidestan dîyar kir ku di destê wan de ti agahîyên ser vê bûyerê tuneye.

Li alîyê din, jiber ku Turgut û Şîban li Şirnexê hatibûn desteser kirin, Dengê Amerîka peywendî bi walîtîya Şirnexê jî kir lê wan jî ti agahî nedan.

“Ne rast e ku em van agahîyan bi we re parve bikin, ger pêdivî be emê ser malpera walîtîya Şirnexê daxuyanîyeke nivîskî bidin bîragiştî,” walîtîya Şirnexê got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG