Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Mozexaneya Xertûmê Dibêje Çekdarên Sûdanê Dest Danîne Ser Mozexaneyê


Cîgirê rêvebirê Mozexaneya Niştîmanî ya Xertûmê roja Şemiyê got ku çekdarên nîvleşkerî yên Sûdanî dest danîn ser mozexaneyê û tirseke zêde heye li ser ewlehiya şînwarên girîng di nav de weke mûmyayên kevnar.

Cîgirê rêveber yê Sûdanê Îxlas Abdelletîf got ku endamên grûpên Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) yên ku eve mawê heft hefte ye şer bi artêşê re dikin ji bo kontrolkirina Sûdanê, roja Îniyê ketin mozexaneyê, û ji şervanan xwest ku mîrata milet biparêzin.

Karmendên mozexaneyê tiştekî derbarê rewşa di nava mozexaneyê de nizanin, ji ber ku wan kar li wêrê rawestandîye piştî ku di 15ê Nîsanê de ji nişkekê ve pevçûn dest pê kirî, polîsên parastinê jî neçar kirîn ku dest ji kar berden, li gor gotina Ebdulletîf.

Mozexane di avahiyek mezin de ye ku dikevîte peravên rûbarê Nîl li navenda bajarê Xertûmê, li nêzî banka navendî, devereke ku şerên herî dijwar lê rûdiden .

Di nav hezaran şînwarên mozexaneyê yên bi nirx de, mûmyayên ku mêjoya wan vedigerne 2,500 salan berî zayînî hene. yek ji şînwarên herî kevnar û arkeolojîk yên herî girîngên cîhanê ne.

Herwiha di mozexaneyê de peyker, alavên bidest hatîne çêkirin û nîgarên kevnar jî hene, digel çendîn berhemên hunerî ji serdema keviran heta serdemên kiristiyanî û Îslamî hene, li gorî gotina rêveberê berê Hatim Alnour.

Wêneyeka hundirê mozexaneya Xertûmê Edit Delete
Wêneyeka hundirê mozexaneya Xertûmê Edit Delete

Roxanne Trioux, endameka tîmeke arkeolojîk a Frensî ku li Sûdanê kardikir, got ku wan çavdêriya wêneyên satelaytê yên muzexaneyê dikirin û berî roja Înê û nîşanên ziyanên mezin dîtinîne, wekê nîşanên şewatê. Lê wê got ku Wê got "Em asta ziyanê di hundir de nizanin."

Di vê hefteyê de jî şer yê berdewam bû, tevî agirbestên dubare, di nav de ya ku ji hêla Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî ve hatî gotûbêj kirin, ku her du alîyan îmze kiribûn. Ku agirbesta herî dawî dê îşev bi dawî dibe.

Roja Îniyê Encûmena Ewlekariyê ya NY bang li aliyên şer kir ku şerî rawestînin da ku rê bidin gihîştina pêtivîyên mirovahî.

Jiber şer ta niha 1.2 mîlyon mirov di nava welatî de aware bûne û 400,000 kesên din neçar man birevin welatên cîran

Çavkanî : Reuters

XS
SM
MD
LG