Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aagirbesteke 24 Demjimêran Paytexta Sûdanê Aram Dike


Wêne ji Arşîfê ye

Sibeha roja Şemiyê ta radeyekê paytexta Sûdanê, Xertûm aram bû, ji ber ku agirbesta 24 demjimêrî ya bi navbeynkariya Amerîka û erebistana Siûdî, ya ku boye rêyek ji bo dabînkirina alîkariyên mirovî û bihênvedanekê bo xelkê ji fişarên şerên dijwar.

Ev agirbesta kurt, piştî hejmareke agirbestên binpêkirî di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ya nîvleşkerî de tê, ku şerê wan yê desthilatdariyê bo dema heşt hefte ye ber bi tundûtûjiyê ve çû, û bûye sedema kirîzên mirovî.

Amerîka û Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de dema ku agirbesta herî dawî ragihandin, got ku herdu welat bi hêrs in, ji ber van binpêkirinan û wan gef kirin heke şer berdewam bike, ew dê danûstandinên nerasterast yên berdewamên van demên dawîyê de paş bixin.

Şerê ku di 15ê Nîsanê de dest pê kirî, herêmên bajarî di nav de Xertûm û bajarên wek Bahrî û Omdurman kirin meydanek şer û bû sedema peydabûna pevçûnan li herêmên Darfur û Kordofan yên Sûdanê yên li Rojava.

Berî destpêkirina agirbestê di demjimêr 6ê sibehê de, rûniştvanan gotin ku wan ku mûşekên dijî firokeyan li başûrê Xertûmê û devera Şerg el-Nil li seranserê Nîlê dîtin, û di heman demê de êrîşên asmanî jî dîtin.

Ji dema agirbesta dawîyê di 3ê Hezîranê de bidawî bûyî, ev hefteyek e şerên dijwar li welatî peyda dibin, li derdora baregehên leşkerî yên girîng, ligel hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ku tê îdiakirin kargeheka çêkirina çekan li başûrê Xertûmê xistiye bin kontrola xwe.
Neteweyên Yekbûyî got, zêdetirî nîva rûniştvanên Sûdanê dê îsal pêdivî bi alîkariyan bin ji ber ku li piraniya nexweşxaneyên li deverên pevçûnan kar rawestiyane û kêm pêdiviyên xwarinê li gelek deveran.

Di dema agirbestên berê de rê li gihandina çendîn alîkariyên mirovî hatibû dan, lê ajansên alîkariyê ragihand ku ji ber şer, kontrolkirina bîrokratîk û talankirinê astengî peyda kirin

Ji ber şer, ta niha zêdetirî 1.9 mîlyon mirov koçber bûne, ji wan zêdetirî 400,000 derbasî welatên cîran bûne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG