Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Pesna Berdana Serokwezîre Sudanê Hemdok Dide


Generalê Sudanî Abdel Fattah Burhan roja Sêşemê got ku tepeserkirina rêvebirîya veguhêz hewce bû da ku pêşî li şerekê naxweyî were girtin.

General Burhan di preskonferansekê li Xartumê de got ku tecrubeya du salên borî îspat kir ku tevlîbûna hêzên sîyasî di pevajoya guhertinê de dibe sedema nerazîbûnê.

Serokwezîr Abdalla Hemdok ku ji kar hat dûrxistin tevî hevjîna xwe roja Duşemê hatibûn girtin. Ofîsa wî ragihand ku roja Sêşemê destûr hatîye dayîn ku herdu vegerin mala xwe, lê di bin “çavdêrîya nêzîk” de bin.

Di daxuyanîyekê de, Wezîre Derve yê Amerîka Antony Blinken pesna berdana serokwezîr Hamdok da û roja Sêşemê bi wî re axifî.

Li gor daxuyanîyê, Blinken her wiha telefonî leşkerîya Sudanê kir û bang lê kir ku rêberên sîvîl werin berdan.

XS
SM
MD
LG