Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûdanê Dibêje wê Axaftin bi Xwepêşanderan re Berdewam bin


Generalên desthilatdar ên Sûdanê dibêjin ewê axaftinan berdewam bikin li gel serkirdeyên xwepêşandanên ku meha borî hîşt serok Omer El-Beşîr ji ser desthilatê dakeve.

Civata leşkerî îro Şemiyê got wê gereke nû ya axaftinan roja Yekşemê destpê bike, piştî rawestana sê rojan, ku têde civatê daxwaza vekirina riyan li Xertûma paytext kir.

Pêşbîn bû ku axaftin balê bikşînin ser avakirina civateke serwer ku di qonaxa veguhêz deserkirdayetiya Sûdanê bike û her wiha rola leşkeran di wê civatê de.

Roja Çarşemê guftûgo hatin rawestandin, piştî ku herdû aliyan jî ragihandibû ku wan erê kiriye li dor avakirina parleman û hikûmeteke demkî ji bo qonaxa veguhêz ku wê sê salan dirêj bike

XS
SM
MD
LG