Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Hezaran Sudanî Bo Wergirtina Desthilata Sivîl Daketin Kolanan


xwepêşandanên gelê Sudanê li dij Civata Leşkerî
xwepêşandanên gelê Sudanê li dij Civata Leşkerî

Gelê Sudanê roja Yekşemê bi 10 hezaran li paytext Xartum daketin kolanan li hember Fermandariya Civata Leşkerî li bajêr meş pêkanîn û daxwaz ji Civatê kir ku desthilatê radestî sivîlan bike.

Ev meş û xwepêşandanên herî mezin in, piştî Sê hefte biserdagirtina leşker û hêzên ewlekariyê derbasbûn dema bi ser xîftgeha aştiyane ya xelkê nerazî de girtîn û gelek kes hatbûn kuştin û bi zûrî xîfetên xelkê nerazî ji holê hatbûn rakirin.

Kesên nerazî bi dirûşim û siloganên "Desthilata Sivîl… Desthilata Sivîl" û "Xûn bi xûnê ye"nivîsand bûn. Tê çaverê kirin ku li bajarên din jî meşên protestoyî derkevin, hêzên ewlekariyê jî van meş û rewşa ewlekariyê di şopîne.

Roja 11î Nîsana derbasbûyî piştî çendîn mehan ji xwepêşandan dawî li desthilata Omer al Başîr anî bû, piştî ketina al Başîr, Civata Leşkerî hatiye damezrandin, lê gelê Sudanê dixwaze yekser desthilat bikeve destê sivîlan û ji desthilata leşkerî rizgar bibin.

XS
SM
MD
LG