Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sudanê Dibêje Ew ji Danûstandina re Amade Ye


Desthilatdarên leşkerî yên Sudanê îro Sêşemê ragihand ku ew amade ne bo sibêroja sîyasî ya welêt, ligel opozîsyonê danûstandinan bikin, bi şerta ku xwepêşandan îro bi dawî werin.

Cîgirê serokê Civata leşkerî ya Sudanê Mihemed Hamdan Dagali got ku ew kji danûstandinan re hazir in, lê divê piştî îro tevlihevî tunebe.

“Xwepêşandanên berdewam hatine çûna otobus û trenan asteng digiri, rê û piran digire û xizmetan hêdîtir dike. Çalakîyên wek rûniştinê dikarin bidomin, lê divê ser xalên girîng baldarî hebin,” Dagali got.

Komên opozîsyonê û xwepêşanderan givaştin ser civata leşkerî ya Sudanê dikin ku peyvajoya radestkirina destilata ji sivîlan re bilezîne, piştî ku serokê berê Omer el-Beşîr di 11’ê Nîsanê de ji desthilatê hatibû gêr kirin.

Pêşengên xwepêşandanên hevrik roja Duşemê banga çalakîyên sivîl yên netewendinê û greveke asta netewî kiribû, piştî ku opozisyonê û civata leşkerî ya Sudanê nekarîbû ser avakirna rêvebirîyeke hevbeş li hev bikira.

XS
SM
MD
LG