Ajansa dewleta Sudanî ragihand ku di binavbûna belemekê de, herî kêm 22 xwendekarên dibistanê li ser çemê Nîl qeniqîn.
Ajansê ragihand ku di dema binavbûna kelekê de, 40 xwendekar hebûn ku diçûn dibistanê û tîmên hawarçûnê lêgerîna xwe didomînin ku termên qurbanîyan ji avê derxînin.
Karbidestên Sudanî ragihand ku motora belemê jiber pêlên xurt sekinî, dema wê hewil dida çemê Nîl derbaz bike.
Karbidestan ragihand ku di nav qurbanîyan de karmendeke jin ya nexweşxaneya gundê Kabna jî heye.