Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Leşkerî ya Sudanê Derheqa Tundîya Dawî Lêpirsîn Vekir


Civata Leşkerî ya Demkî ya Sudanê îro Çarşemê ragihand ku wê derheqa tundîya dawî lêpirsîn daye destpê kirin.

“Civata Leşkerî dest bi lêpirsîneke serbixwe û vekirî ya demûdest kir ku di demeke kin de encaman bigire,” cîgirê serokê civatê General Mihemed Hamdan Dagalo got.

Wî got ku her kesekî ku sînoran derbaz kiriye, dê were ceza kirin.

Hêzên girêdayî Artêşa Sudanê roja Duşemê êrîş biribûn ser xwepêşandaran û bi kêmî ve 60 kes kuştibûn.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi banga Brîtanya û Almanya ser Sudanê kombûbû, lê endamên civatê ser bernivîsa kêşeya li wî welatî li hev nekiribûn.

Çîn û Rûsya, bernivîsa ku endamên ewlekarîyê yên Sudanê şermeazar dike, nepejirandibûn.

XS
SM
MD
LG