Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûdanê Piştî Xwepêşandanan Rewşa Awarte Ragihand


Serokê Sûdanê Omer El Beşîr li welatê xwe bo salekê rewşa awarte ragihand.

El Beşîr bang li parlamantoyê kir ku guherandina qanûna bingehîn betal bike.

Wî dîyar kir ku ew dê hikûmeta navendî û rêvebirîyên eyaletan jî pûç bike.

Li Sudanê protestoyên ku di 19’ê Berfanbarê de ser buhabûnê û nebûna pereyan destpê kiribû, piştre dijî Omer El Beşîr dewam kiribûn.

Omer El Beşîr di sala 1989an de piştî darbeya leşkerî hatibû ser desthilatê.

XS
SM
MD
LG