Çavkanîyekî nêzîkî serokwezîrê Sudanê Abdalla Hamdok ragihand ku hevdîtinên di navbera Hamdok û rêberên derbeya leşkerî ya 25ê Cotmehê pêşve diçin.
Heman çavkanî herwiha got ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jibo çareserîyê dixebitin.
Çavkanîyeke din jî got ku Sudan wek gava yekê ji alîyê artêşê ve ber bi avakirina sazîyên nû yên veguhêz, dikare di demek nêzîk de meclîseka nû ya desthilat ya 14 endamî ava bike.
Wek nîşaneka herî dawî ya zêdebûna giwaşên navnetewî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi serokerkanê artêşê Ebdulfetah el-Burhan axifî û ji wî xwest ku nîzama destûrî û pêvajoya veguhêz bi cîh bike.
Di peywendîyeke ser telefonê ya bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken de, Burhan pêwîstîya bilez ya avakirina hikûmetekê qebul kir.
"Her du alîyan li ser pêwîstîya berdewamkirina rêya veguheztina demokratîk, pêwîstîya bicîhkirina hikûmeta veguhêz û bilez bo avakirina hikûmetê pêk hatine," ofîsa Burhan ragihand.