Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Serokê Sudanê Karvekişîna Xwe Ragihand


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Sudanê Omer El Beşîr karvekişîna xwe ragihandîye.

Reutersê ew agahî spart jêderên hikûmetê û wezîrekî eyaleteke Sudanê.

Çavkanîyên herêmî didin zanîn ku bo avakirina konseya leşkerî danûstandin têne kirin.

Li ber e ku Artêşa Sudanê di demeke kin de daxuyanîyekê belav bike.

Protestoyên dijî Omer El Beşîr, ku 30 sal in li desthilata Sudanê ye, di meha Berfanbarê de destpê kiribû.

Jêderên hikûmetê didin zanîn ku di xwepêşandanan de heta niha 32 kes hatine kuştin, lê li gor Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ew hejmar bi kêmî ve 51 e.

XS
SM
MD
LG