Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sudanê Dibêje Hejmara Kesên Kuştî 61 Kes E


Wezareta Saxlemî ya Sudanê îro Pêncşemê ragihand ku hejmara kesên ku di tundîya roja Duşemê de hatine kuştin, giheştiye 61 kesan.

Rêvebirê Giştî yê Wezareta Saxlamîyê Suleyman Abdul Cabbar ji Reutersê re got ku hejmara fermî ya kuştîyan bilind bûye û ji 46 kesan giheştiye 61 kesan.

“Ji 61 kuştinên belgekirî, 52 ji paytext Xartumê ne û 46 ji wan sivîl in ku bu guleyan hatine kuştin. 3 ji qurbanîyan hêzên ewlekarîyê ne ku bi kêran hatine kuştin û qurbanêyên mayîn jî ji herêmên din in.”

Jêderên saxlemî yên nêzî oposîzyonê ragihandibû ku hejmara kesên kuştî ji 108 gelek pirtir in.

General Mihemed Hamdan Dagalo, cîgirê serokê Civata Leşkerî Çarşemê ragihandibû ku wan di derheqa tundîya dawî de lêpirsîn daye destpê kirin û ewê encamên wê di demeke kin re eşkere bikin.

Dagalo gotibû ku her kesekî ku sînoran derbaz kiriye, dê were ceza kirin.

Civata Leşkerî her roja Çarşemê pêşnîyara dîyalogê li opozîsyonê kiribû, lê rêberên hevrik ew pêşnîyara danûstandinê red kiribû, bi sedema ku artêşê roja Duşemê bi awayê tund êrîş biribûn ser xwepêşandaran û bi dehan kuştin.

Rêberê opozîyonê Medenî Abbas Medenî ji Reutersê re gotibû ku ew pêşnîyara artêşê red dikin jiber ku Civata Leşkerî heman demê de li kolanên Sudanê tirs li nav gel belav dike.

XS
SM
MD
LG