Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Îro de Herî Kêm 4 Kes li Sudanê Hatine Kuştin


Xwepêşandanên li Omdurman (Arşîv)
Xwepêşandanên li Omdurman (Arşîv)

Ajansa Reutersê ji zarê jêderên saxlemî yên opozîsyonê ragihand ku di xwepêşandanên îro de herî kêm 4 kes li bajarê Omdurman ya Sudanê hatine kuştin.

Di xwenîşandanên demokrasîxwaz de herwiha jimareke xwepêşandanên din jî bi gulebarana hêzên ewlekarîyê birîndar bûn.

Piştî kuştina 5 zarokan ji alîyê hêzên ewlekarîyê de li bajarê El Ubeyîd xwepêşandanên nerzîbûnê destpê kiribûn.

Bi sed hezaran Sudanî, ser banga rêberên rikeberî herikîn kolanan ku desthilata leşkerî protesto bikin û daxwaza rêvebirîyeke sivîl ji Sudanê re bikin.

Serokê berê yê Sudanê Omer El Beşîr, ku bi qasî 30 sal li desthilatê bû, di meha Nîsanê de bi darbeya leşkerî ji desthilatê hatibû gêr kirin û artêşê dest danîbû ser rêvebirîya wî welatî.

Di protestoyên sivîl yên girseyî de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG