Di navbera hikûmeta Sudanê û gelek tevgerên serhildêr re li paytexta Sudana Başûr Juba îro Duşemê peymana aştîyê hate îmzakirin.
Ev peymene gavek girînge jibo çareserkirina nakokîyên kûr yên ji desthilatdarîya dem dirêj ya serokê daxistî Omer El Beşîr mane.
Peymana aştîyê di destpêkê de bi 4 tevgerên serhildêr yên bi navê Enîya Şoreşger ya Sudanê li Darfurê re hate îmzekirin.
Lê du rexistinên mezin, Tevgera Azadiya Sûdanê ya Abdulwahîd Nûr û Tevgera Gel a Rizgariya Sûdan a Bakur a Abdulazîz El Hîlû red dikin ku peymanê îmza bikin.
Derbarê peymanê, Jibrîl Îbrahîm, serokê Tevgera Dadmendî û Wekhevîyê Darfur (JEM), piştî ku wî û serokên serhildêrên din peyman îmza kirin, got "Tengastîya sereke ya ku em niha rû bi rû ne bicihanîna peymana aştîyê ye û peydakirina alîkariyan bo bienacambûna wê ye."
Li ser navê hikumetê jî Alîkarê Serokê Konseya Serdest Mihamed Hamdan Daglo peyman îmza kir. Serokê Sudana Başûr Salva Kîîr jî weke şahidekê peymanê bi mohra xwe peyman îmza kir.
Dijminên berê Daglo û rêberên tevgerên serhildêr yên Eniya Şoreşê ya Sûdanê bo pîrozkirina peymanê bi destê hev girtin û govend kirin.
Li gor peymana ku hatiye îmzakirin, komên çekdar wê di nava demeke diyarkirî de xwe hilweşînin û tevlî nava artêşê bibin û herwiha mafên aborî û ax û derfeta vegera jibo mirovên koçber pêşkêşî serhildêran dike.
Danûstandinên aştîyê, piştî hilweşandina Omer El Beşîr karê sereke yê hikûmeta nû bû . Hevdîtin di Mijdara borî li paytext Jubayê dest pê kiribûn.
Analîst dibêjin ku, peymana îro Duşemê, ku li paytexta Sûdana Başûr Juba hat îmzekirin, pir girîng e, lê jiber gelek mijarên girîng yên ku di peymanê de nehatine zelal kirin, pêşeroja peymanê di bin xeterîyê da ye.
Amerîka, Brîtanya û Norwêc bi daxuyanîyeke hevbeş ragihandin ku ew pêşwazîya peymana aştîyê ya di navbera hikûmeta veguhêz-demkî ya sivîl ya Sûdanê û Enîya Şoreşger ya Sudanê dikin.
"Ev jibo jinûve avakirina ewlehî,serbilindî û pêşketina gelê Sudanê yên jiber şer bandor bûne û heremên ku hatine hilweşand û herwiha marjî nal kirin, gavek girîng e. Em bawer dikin ku divê peymana fermî bi hewldanên aştî û çareseriya jibo heremên jiber şer bonder bûne "welatan di daxuyaniyê de got.
Li herêma Darfur, ji sala 2003'an û pê ve di dema dîktator Omer El Beşîr de zêdetirî 300 hezar kes mirin, 2.5 milyon kes neçar man ku koç bikin û şerê li herêmê bandor li milyoneke mirovî kir.
Hêjayê bîr xistinêye ku Sudana bi nifûsa 42 mîlyonî jiber dizî, gendelî û sextekarîya desthilatdaran û bi sedema nakokiyên herêmî bi dehsalane eşên giran dikşîne. Alozî û qeyran piştî ku başûrê Sudanê ku dewlemendê petrolê ye di sala 2011'an de serbixwe bû, kûrtir û zêdetir bû. Bi protestoyên xurt serokê Sudanê Omer El Beşîr ji desthilatdarîyê hate daxistin.