Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Sudanî Daxwaza Desthilata Sivîl Dikin


Xwepêşandanên li Sudanê îro jî berdewam dikin û bi deh hezaran kes ber bi wezareta berevanî ya wî welatî dimeşin.

Girseya xwepêşander ji civata leşkerî ya demkî dixwazin ku desthilata welêt radestî sivîlan bike.

Xwenîşanderan dirûşmên wek “Gel azadî û şoreşê dixwaze” û “Desthilata sivîlm welatê sivîl”qerîyan.

Wezîrê Berevanî yê Sudanê Mihemed Ahmed Awad Îbn Auf ku rêbertîya civata leşkerî dikir, Pêncşema borî gotibû ku ew çaverê ye heta du sal derbaz bin ku hikûmeteke neleşkerî pêk were.

Daxuyanîya wî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.

XS
SM
MD
LG