Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudana Başûr ji Heglig'ê Vedikêşe


Sudana Başûr dibêje, ew dê hêzên xwe ji qadên neftê yên Heglig’ê vekşîne, ku hefteya borî ji Sudanê standibû.

Tê ragihandin, Sudana Başûr neçar maye ku ew biryarê bide, piştî nerazîbûn û giwaştina civata navnetewî.

Berdevkekî hikûmeta Sudana Başûrî îro Înîyê li paytaxt Juba ji rojnamevanan re got, Serok Salva Kir ferman da ku hêzên wan ji Heglig’ê paşve bikşînin, ku her wiha bi navê Panthous jî tê nasîn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon do Pêncşemê destavêtina Sudana Başûr ya ser Heglig’ê kiryareke neqanûnî ya dijî serwerîya Sudanê nav kirîbû.

Serokê Sudan’ê Omer El Beşîr gefa şerekî dijî Sudana Başûr kiribû û gotibû ku ew dê bi hêza leşkerî dersekê bidine hikûmeta Sudana Başûr.

Ev demek e, her du welat li seranser sînorên xwe ya kêşebar şerî hev dikin. Lê, nûnerê taybet yê Amerîkayê jibo Sudan’ê, Princeton Lyman do Pêncşemê gotibû ku her du alî jî dixwazin rê li ber kêşeyên mezintir bigirin.

XS
SM
MD
LG