Li Sudana Başûr, raporteke hikûmetê û Neteweyên Yekbûyî dîyar dike ku yek mîlyon û 250 hezar kes rastî birçîbûnê dibin, ku du caran ji hejmara heman dema sala borî pirtir e.
Hikûmet û rêxistinên mirovahî hoşdarî didin ku reng e Sudana Başûr di sala 2018'an de rûbirûyê birçîbûneke giştî be.
Katie Rickard, Kordînatora rêxistina lêkolînên mirovahî ya bi navê Reach bal dikşîne ku kêmbûna tund ya xwarinê divê cîhê xema civata navnetewî be.
“Reng e di sala 2018'an de senaryoyên herî xirab yên birçîbûnê li seranserê Sudana Başûr biqewimin.”
Çalakdarên mafên mirov têkçûna rewşa mirovahî li Sudana Başûr vedigerînin şerê berdewam yê wî welatî ku derbazî sala xwe ya pêncan dibe û ta niha 50 hezar kes tê de hatine kuştin.