Serokwezîrê Îraqê Mihamed Şîa El-Sudanî îro Pêncşemê bang li hevpeymanîya navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka kir ku ji Îraqê derkeve.
Sudanî got ku dawîhatina erka hevpeymanîya navnetewî jibo ewlekarî û aramîya Îraqê pêdivî ye.
Sudanî li Foruma Aborî ya Cîhanî ya li Davos ya Swîsre got ku derketina hezên Amerîkî û yên koalîsyonê ji Îraqê, bo parastina peywendîyên erênî yên navbera Bexda û koalîsyonê hewce ye.
Sudanî, ku partîyên alîgirên Îranê di hevpmanîya hikûmeta wî de cîh digirin, di hefteyên dawî de jimareke caran gotibû ku ew dixwaze ku leşkerên bîyanî ji Îraqê derkevin.
Sudanî îro herwiha dîyar kir ku divê karbidestên Îraqî û nûnerên koalîsyonê dest bi dîyalogê bikin da ku ser dawîkirina erka navneteweyî têgihiştinek çêbe.
Li gor Wezareta Berevanî ya Amerîka di navbera 17’ê Cotmehê û 11’ê Rêbendanê de, dijî hêzên Amerîkî û yên koalîsyonê herî kêm 130 êrîş hatine kirin ku ji wan 53 li Îraqê û 77 li Sûrîyê ne.
Sudanî herwiha got ku got şêwirmendîya koalîsyona navnetewî ya li Îraqê êdî ne hewce ye.
"Îro, li gor nirxandinên tevahîya pisporên li Îraqê û di nav hevalên me de, DAIŞ ji bo dewleta Îraqî gef nîne," wî got.
Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene ku Washington dibêje ew şêwirmendî û alîkarîya hêzên xwecîhî dikin ku rê li ber vejandina Dewleta Islamî (DAIŞ) digirin.