Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sudanî roja Înê got ku jiber bandora wê ya eşkere li ser ewlekarîya Îraqê, Bexdayê bi armanca çareserîya krîza li Sûrîyê hewilên dîplomatîk zedê kirine.
Sudanî ev daxuyanî îro Înê di hevdîtinekê de bi wezîrê derve yê Îranê Abbbas Araqçî de da.
Daxuyanîya Sudanî berî civînekê navbera dîplomatên payebilind yên Bexda, Şam û Tehranê hat ku jibo gotûbêjkirina qewimandinên li Sûrîyê kom dibin.
"Helwesta fermî û domdar ya Îraqê piştgirîya yekîtî, ewlekarî û aramîya Sûrîyê ye," Sudanî got, li gor daxuyanîya ofîsa wî.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên di hevdîtina bi hevtayê xwe yê Sûrî Besam el-Sebax de fîkarên xwe dîyar kirin.
Her du wezîran jibo dubarenebûna tecrubeyên berê û jibo parastina ewlekarîya heremî giringîya berdewamîya şêwir û hevsengîya navbera her du welatan dîyar kirin.
"Wezîr Sebax jibo rûbirûbûna vê metirsîya terorîst û pêşîgirtina ber belavbûna wê li welatên din bal kişand ser pêdivîya seferberkirina hewlên Erebî û heremî, " ajansa fermî ya Sûrîyê SANA got.
Wezareta berevanîya Îraqê roja Duşemê ragihand ku ew makîneyên zirxîn dişînin da ku ewlehîyê sînorê bi dirêjahîya 600 km sînorê xwe yê bi Sûrîyê re xurt bikin.
Roja Pêncşemê, rêberê serhildayên Sûrî, Ebû Mihemed el-Colanî ji Sudanî xwestibû ku Îraq ji şerê Sûrîyê dûr bisekine û rê nede komên çekdar ku piştgirîya hêzên Beşar Esad dikin.
Felih el-Feyad, serokê berê yê Haşda Şabî, ku niha beşeke artêşa Îraqê ye, îro got ku krîza li Sûrîyê bûyereke navxweyî ye û ti karê Îraqê bi wê tuneye".
Jêder: AFP