Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girîngîya Serdana Sudanî ya Şamê Çi Ye?


Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa Al-Sudanî roja Yekşemê serdana Sûrîyê kir. Ew, ji despêkirina şerê navxweyî ya li Sûrîyê vir ve seredana fermî ya yekê ya ji alîyê serokwezîrekî Îraqê ye.

Mijarên civîna Sudanî bi Serok Beşar Esad re, li ser şerê li dijî bazirganîya qaçax ya madeyên hişber, bi taybetî madeya Captagon bûn.

Hikûmeta Sûrîyê peywendîya xwe bi bazirganîya Captagonê red dike. Sûrîyê razî bû ku alîkarîyê bike ji bo dawîanîna qaçaxçitîya madeyên hişbir li ser sînorên xwe yên bi Urdun û Îraqê re. Lê Amerîka, Brîtanya, û Yekîtîya Ewrupî di van mehên dawî de ceza danîne ser karbidestên payebilind ên Sûrî û xizmên Esad bi xwe jî jiber têkilîyên wan ên bi bazirganîya madeyên hişbir re.

Babetê dî civînan li gor ragihandinên fermî rawestandina derbazbûna çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi ser sînorê wan yê hevbeş re. Bêtir ji 3 salan DAIŞê kontrola erdekî berfireh yê her du welatan dikir.

Ji nav çendîn bebetên dî yên gotûbêjên Serokwezîrê Îraqê bi rayedarên Sûrîyê re, hevkarîya bazirganî û aborî bûn û îmkanên ji nû ve vekirina borîya hinartin û firotina petrol Îraqê li Deryaya Sipî re, ku wê ji erdê Sûrî re derbaz be.

Di vê bernama taybet de, emê pirsa derencamên vê seredanê bi mêvanên xwe Samî Rêkanî, lêkolîner û mamostayê Zanîngeha Duhokê û Newaf Xelîl, rêvebirê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û şîrove bikin.

DS_07_17_Sudan_Syr_Visit
please wait

No media source currently available

0:00 0:41:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG