Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Silêmanî Çi Diqewime?


Bajarê Silêmanî
Bajarê Silêmanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî got ku ew êrîşa dijî Firîngeha Navnetewî ya Silêmanî şermezar dikin.

“Armancgirtina firîngeheke sîvîlan ne tenê binpêkirina serwerîya Îraqê, lê herwiha zêdekirina girjî û metirsîya ser jîyana hemwelatîyên Kurd e.”

Talabanî herwiha bi awayekî tund bersîva Cotyar Adil da û got ku ew ku ew ne berdevkê Herêma Kurdistanê ye, lê tenê berdevkê partîyeke nava hikûmetê ye.

“Ew nikare li ser hemî hikûmetê bipeyîve û em gotinên wî şermezar dikin.”

Adil bi daxuyanîyeke nivîskî gotibû ku kiryarên partîyeke otorîter li Silêmanî bûbû sedem ku Tirkîyê qada xwe ya esmanî ji firînên ber bi Firîngeha Navnetewî ya Silêmanî bigire û wê êrîşa îeo ê ku hemwelatîyên Silêmanî berdela şaşitîyên wan didin.

Asayîşa Silêmanî ragihandibû ku îro di 16:18an de li nêzîkî Firîngehaa Navnetewî ya Silêmanî peqînek qewimîbû, lê ti zîyanên canî çênebûbû.

Jêdêrên nêzî Hêzên Sûrîya Demokratîk ragihandibû ku armanca rastîn ya êrîşa Tirkîyê Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî bû, lê ew ji êrîşê ti zîyan nedîtîye.

XS
SM
MD
LG