Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Sullivan HSD'ê Pîroz Dike


Jake Sullivan
Jake Sullivan

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jiber jinûve kontrolkirina Girtîgeha Hesekê pîroz kir.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî Jake Sullivan bi daxuyanîyeke nivîskî bal kişand ser ‘’wêrekî’’ya HSD’ê.

Sullivan dîyar kir ku bi ‘’wêrekî û sekna HSD’ê’’ rê li ber jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatiye girtin.

Wî da zanîn ku bi operasyonên serketî yên HSD’ê endamên DAIŞ’ê di plana reva ji girtîgehê de bi ser neketine.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî dîyar kir ku wê hewildana DAIŞ’ê careke din nîşan daye ku divê hêzên cîhanê dijî girtîyên wê endamê yên li girtîgehan bi hevdu re bixebitin.

Sullivan da zanîn ku DAIŞ gefeke cîhanî ye û ew dê dijî wê xebatên xwe yên bi hevkarên xwe yên li Îraq û rojhilata bakurê Sûrîyê bidomînin.

XS
SM
MD
LG