Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Karanîna Çekên Navokî li Ukrayna, Putin Hişyar Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka Jake Sullivan

Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka Jake Sullivan îro Yekşemê ragihand ku Amerîka wê bi biryar bersivê bide her karanîna Rûsya ya çekên navokî dijî Ukrayna.
Jake Sullivan eşkere kir ku wî ji Moskowê re "encamên felaketî" yên ku ewê rûbirû bimîne, ger çekên navokî bi kar bîne.

"Heke Rûsya vê xetê derbaz bike, wê bo Rûsya encamên felaket derkevin holê. Amerîka wê bi biryar bersivê bide."

Sullivan ev daxuyanîyana di bernameya "Meet the Press" ya televîzyona NBC'yê re ragihand.

Wî di derbarê bersiva plankirî Amerîka de pirtir agahî neda, lê got ku Amerîka bi taybet ji Moskowê re "bi hûrgulî dîyar kiriye ku ev bersiv tê çi wateyê."

Sullivan herwiha got ku ku Amerîka bi dubarekî û rasterast bi Rûsya re di têkilîyê daniye, tevî çend rojên dawî de; bo gotûbêjkirina rewşa Ukrayna, û herwiha ser kiryar û gefên Putin.

Sullivan anî ziman ku Putin ji nêta xwe dev bernade, ya ser tunekirina gelê Ukrayna ku ew bawer nake ku mafê hebûna wan heye.

"Jiber vê yekê divê em piştgiriya bo Ukrayna bidomînin; bi çek, cebilxane, îstixbarat û tevahîya rêkên em dikarin bidin," Sullivan got.

Daxuyanîyên Sullivan hişyarîya herî dawî ya Amerîkî nîşan da; piştî gefa navokî ya a ku ji hêla serokê Rûsya Vladimir Putin ve Çarşema borî di gotarekê de hate kirin.

XS
SM
MD
LG