Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak li Dor Kuştina Karmendên Alîkariyê li Gaza Banga Lêkolînê li Îsraîlê Dike


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak
Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak îro Sêşemê bang li Îsraîlê kir ku ser xebatkarên alîkarîyê yên li Gaza hatine kuştin vekolînekê bike û daxuyanîyekê bide.

World Central Kitchen ragihand ku 7 xebatkarên wê roja Duşemê di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de hatine kuştin û di nav wan de hemwelatîyên Brîtanya, Polonya û Australîa hene.

Sunak dîyar kir ku ew jiber xebatkarên hatine kuştin xemgîn e û di şokê de ye û got ku hikûmet jibo piştrastkirina hûrgilîyan dixebite.

‘’Em bang li Îsraîlêdikin ku ser vê bûyerê demûdest dest bi vekolînê bike, çinku divê hin pirs bi awayekî eşkere werin bersîvandin.’’

Wî got ku xebatkarên alîkarîyê jibo ‘’sivikkirina êşên li Gaza’’ Karên pir baş kirine û divê Îsraîl rê li ber xebatên wisa negire.

Berî Sunak, Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron jî bang li Îsraîlê kiribû ku demûdest dest bi vekolînê bike û daxuyanîyeke zelal bide.

XS
SM
MD
LG