Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak Dibêje Ti Helwesta Îslamofobîk ya Partîya Wî Tuneye


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak îro Duşemê got ku ti helwesta Îslamofobîk ya partîya desthilatê tuneye.

Sunak dîyar kir ku şiroveyên parlamanterê Konservatîf Lee Anderson nayên qebûl kirin û got ku ew jiber vê sedemê ji kar hatiye dûr xistin.

Anderson roja Înê gotibû ku Bajarvanê Londonê Sadiq Khan di bin kontrola Îslamîyan de ye ku li ser vê gotina wî bertekên tund hatibûn nîşan dan û Konservatîfan ew ji kar dûr xistibûn.

Sunak li ser pirsa helwesteke Îslamofobîk ya partîyê heye yan tuneye, ji radyoya BBC re got ku ‘’Na, bêguman tuneye.’’

Wî dîyar kir ku gotinên Anderson şaş in û nayên qebûl kirin.

Khan, ku gelek caran behsa girîngîya têkoşîna dijî antîsemîtîzm û homofobîyê dike, dîyar kir ku gotinên Anderson nijadperest û Îslamofobîk in û ew dikarin nefreta dijî Misilmanan gur bikin.

Anketeke Savanta, ku 16-18’ê Sibatê hatiye çêkirin, nîşan dide ku 29 ji sedê Brîtanîyan dibêjin ku ji nav partîyên Brîtanya herî zêde Konservatîf bi kêşeya Îslamofobîyê re rûbirû dimînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG