Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak: Emê Moskowê jiber Vekişîna ji Peymana Dexlûdan Şermezar Bikin


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê ser girîngîya derxistina dexlûdanên Ukrayna li hev kirin.

Ofîsa Sunak ragihand ku Brîtanya jibo peymana dexlûdan jinûve aktîf bike bi Tirkîyê re danûstandinê dike.

"Brîtanya dê Rûsya jiber vekişîna ji peymanê zêdetir şermezar bike û bi rola xwe ya li seroktîya demkî ya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetir tevbigere. Sunak jiber êrîşên dawî yên Rûsya yên li Odesa ketiye fikarên kûr," ofîsa Sunak got.

Peymana Dexlûdan ya Derya Reş piştî şerê Rûsya û Ukrayna, par di meha Tîrmehê de bi navbeynkarîya Tirkîye û NY’ê hatibû îmza kirin.

Moskow di rojên borî de ji peymana dexlûdan vekişî û hin dewletan ser vê vekişînê bertekên tund nîşan dan.

Rûsya û Ukrayna li cîhanê du navendên girîng yên dexlûdan in û bi wê peymanê dihat armanc kirin ku rê li ber krîza xwarinê ya cîhanî were girtin.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG